Parlamenterê DEM Parti Omer Farûk Hulaku, ji ANFê re axivî û got;

Yekane rizgariya ji vê rewşa xitimandî rakirina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ye.

Rêber Abdullah Ocalan aktorê sereke ye ku tevkariyê li avakirina aştî û demokrasiyê bike.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehan û ji bo rakirina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirine û mafdar in, divê her kes bibe dengê girtiyan.

Bi tecrîdê hemû nirx, pîrozî û ahlak hatin bine pê kirin û cografyayek hatiye tecrîdkirin.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê dijberiya civakî û nijadperestî kûr kiriye. Ji bo pêşîgirtina li aştî û çareseriya demokratîk Rêber Ocalan tecrîd dikin.

Tecrîd ji bilî tarî kirina paşeroja gelên Kurdistan û Tirkiyê nayê ti wateyê.

Omer Faruk diyar kir ku tecrtîd nîşaneya hiqûqa dijminatiyê ye û got;

Li dijî tecrîdê gelê Kurd, saziyên hiquqî û mafê mirovan û gel dijberiyek tund nîşan didin.

Êşkence li girtiyên siyasî tê kirin, sirgûn tê ferzkirin, astengkirina mafê dermankirin û jiyana girtiyên nexweş, betalkirina berdanê bi rengekî kêyfî heye.

Girtiyên siyasî yên Kurd berxwedana xwe didomînin. Eger li cihekî ku dewlet ji hiqûqê dûr ketibe, hingî ji bilî berxwedan û çalakiyê riyeke din nîne.

Binpêkirina mafên mirovan û zexta li girtiyên siyasî dewam dike.

Li dijî malbatên girtiyan jî polîtîkayeke mezin a tepisandinê heye .

Li zindanan têkoşîn û berxwedaneke mezin heye.

Bi piştevaniya bi malbatên girtiyan, bi piştgiriya ji têkoşîna wan re dawî li vê tarîtiya tecrîdê ya li ser civakê dikare bê anîn.