Şandeya DEm Partî, li Strasbûrgê ji du milan ve hevdîtinan dikin.

Parêzer Ozgur Faîk Erol û parlamenter Omer Ocalan roja Çarşemê bi CPTê re hevdîtin kirin.

Doh jî, bi Berpirsyarê Mafên Mirovan û Karên Hiqûqî yê Meclîsa Parlamenteran a KE Gunter Schirmer re hevdîtin kirin.

Di hevdîtinê de fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Rêber Abdullah Ocalan hatin vegotin û pêvajoya ku 3 sal in agahî jê nayê girtin hat ragihandin.

Di hevdîtinê de careke din hate gotin ku dewleta Tirk biryarên Mafên Mirovan ên Ewropa û Konseya Ewropa bi cih neanine û bi bîr xistin ku divê Konseya Ewropa di vê mijarê de bi rol û mîsyona xwe rabe.

Hevserokê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Sevîlay Çelenk û nûnerê Konseya Ewropayê yê DEM Patiyê Faîk Yagizay bi Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê Marija Pejçînovîç Bûrîç re hevdîtin kirin.

Di hevdîtinê de nêzîkatiya desthilatdairya AKP’ê ya li hemberî bi cih neanîna biryarên DMME û bi taybetî biryara Selahattin Demîrtaş û Osman Kavala, encamên hilbijartinên herêmî, sextekariyên di hilbijartinan de hatin kirin û rewşa siyasî ya giştî ya Tirkiyê hatin gotûbêjkirin.

Şandeyê diyar kir ku “mafê hêviyê” yê ku dadgehê li ser serlêdana parêzerên Rêber Abdullah Ocalan daye bi cih nehatiye û diyar kirin ku ev 3 sal in ti agahî ji Îmraliyê nayên girti. Ev jî civaka Kurd dixe nava fikaran.

Şandeyê ji Konseyê û CPT’yê xwest ku erka xwe pêk bînin.

Sekretera Giştî ya Konseya Ewropa Marija Pejçînovîç Bûrîç, berpirsyariyên Konsey Ewropa ya derbarê tecrîda li Îmraliyê ji nedîtî ve hat û got;

Sazî têkildar CPT ye. Biryarên Konseyê ji bo hemû welatên endam û Tirkiye derbasdar in. Danûstandinên dualî yên ligel Tirkiyê jî dewam dikin.