Girseya gel û endamên saziyên Rêveberiya Xwesre, cenazeyê şervanê Hêzên Antî Terorê Mehmed Ehmed bi nasnav Çeko Xidirbejî ku di 16’ê Nîsana 2024’an de li Şedadê de şehîd bû û cenazeyê şehîd Ciwan ku di 17’ê Nîsana 2024’an li Tebqa şehîd bû, li Goristana Şehîd Dicle ya li Kobanê veşartin.

Di merasima veşartinê de, Gerîlayê HPG’ê Xalid Muslim bi nasnav Argeş Kobanê, ku di 16’ê Çileya 2024’an li Herêmên Parastina Medya şehîd bû. Gerîlayê HPG’ê Garzan Tohildan jî di 9’ê Adara 2024’an li Zapê şehîd bû hatin bibîranîn.

Piştî rêzgirtinê, ji rêveberiya Kongira Star Sûad Şêx Demir axivî û got;

“Berdêl çi dibe bila bibe em ê riya şehîdan bişopînin.”

Dayika şehîd Argêş Ferîde Mistefa Îbo jî sersaxî da RêberAbdullah Ocalan û Gerîlayên Azadiyê re xwest û got:

“Em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin.

Li ser navê malbata şehîd Argêş Dicle Îbo jî axivî û got:

Ew ne şehîdê yekem û ne yê dawiyê. Berdêla vê dozê çi dibe bila bibe em ê teqez bi serbikevin.

Piştre dayika şehîd Garzan Tolhildan Eyşe Şêx axivî û got:

“Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û serkeftinê misoger bikin.”

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şehîd bi dirûşma û tilîliyan hatin veşartin.