Gerîlayên HPG û YJA Starê li Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî da:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de;

26’ê Adarê saet di 12:00 de hêzên me li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li kozik û stargehên dijmin ên li ser gir hatin reşandin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bombe li qadê barandin.

27’ê Adarê (îro) saet di 07:00 de hêzên me cara duyemîn li dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Yekîneyên me yên çalakî kirin bi serketî li baregehên xwe vegeriyan.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker 26’ê Adarê saet di 15:00 de qada Şehîd Kendal a Herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet di 18:00 de jî qada Dola Şîvê ya herêma Zapê bombe kirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatin.”