Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê -PÎK, Hîkmet Serbilind ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku armanca esasî ya planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têkbirina statuya Başûrê Kurdistanê ye.

Serbilind destnîşan kir ku helwesteke hevpar ya partiyên siyasî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê di asta dîrokî de girîng e û got;

Partiyên ku li ber vê planê ranebin û tevlî wê dibin wê li pêşberî dîrokê hesab bidin.

Serbilind anî ziman ku dewleta Tirk destketiyên Kurdan ji bo mayindebûna xwe weke metirsînê dibîne û got;

Lewma cudahiyê naxe navbera partiyên Kurd û herêman, êrîşî Kurdan hemûyan dike.

Ev êrîşên dagirkeriyê, tenê li dijî PKK’ê nîne, bila kes xwe şaş neke. Hedef destketiyên Kurdan hemû ne.

Kîjan hêz û partî li hemberî van êrîşên dagirkeriyê bêdeng bimîne wê li pêşberî dÎrokê berpirsiyar be.

Gelê Kurd di sedsala 21’ê de bi hêz û bi rêxistin e.

Dewleta Tirk vê ratsiyê baş dibîne û dizane.

Divê her Kurd û her partî bi ruhê neteweyî rabe ser piyan û dijberiya xwe nîşan bide.

PÎK’ê serdegirtina bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV jî şermezar kir.

Serokê Giştî yê PÎK’ê Hikmet Serbilind, bertek nîşanî serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV’yê da û got:

“Serdegirtina bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’yê derhiqûqî ye û nayê qebûlkirin şermezar dikin. Em bi ruhê neteweyî li gel deng û rengê gelê Kurd in.