Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir û got,”Ambargoya li ser Kampa Mexmûrê di cih  de rakin.” Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo dorgirtina Kampa Mexmûrê bang li rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir û xwest ku di van rojên herî dijwar ên vîrûsa koronayê de dorgirtina ji ser Mexmûrê were rakirin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo dorgirtina Kampa Mexmûrê bang li rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir û xwest ku di van rojên herî dijwar ên vîrûsa koronayê de dorgirtina ji ser Mexmûrê were rakirin.


 
Ji meha tîrmeha 2019’an ve li ser fermana Rêveberiya Başurê Kurdistanê dor li Kampa Mexmûrê hatiye girtin û çûnûhatin lê qedexe ye . Ji ber vîrûsa koronayê jî tê gotin ku jiyana xelkê Mexmûrê di bin metirsiyek mezin de ye. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li ser hesabê xwe yê medya civakî bi vîdeoyekê bang li rêveberiya Hikûmeta Başurê Kurdistanê kir ku dorgirtina ji ser Mexmûrê were rakirin. 
 
Guven di vîdeoya ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî etîket kiriye de vê bangê dike: 
 

“Ez di serî de gelê Başûrê Kurdistanê û hikumetê wê bi rêzdarî silav dikim. Min xwest bi rêya vê vîdeoyê denge xwe bigihînim rêveberiya Başûrê Kurdistanê. Ji bo ku niha vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê belav bûye. Em jî wek gelê Kurdistanê li dijî vîrûsê amadekiariyên xwe dikin û ewlehiya xwe digirin. Lê ew cihek heye ku cihek gelek taybet e. Ev cih jî Kampa Mexmûrê ye. Wek ku hûn dizanin ji ber şert û mercên li Bakurê Kurdistanê gelek însanên me neçar man ku biçin Başûrê Kurdistanê. Ew însanên me niha li Kampa Mexmûrê jiyana xwe berdewam dikin. Gelek şert û mercên giran bihûrandin û hêj di nava şert û mercên giran de dijîn. 
 
JI KEREMA XWE DORGIRTINÊ RAKIN 
 
Mixabin ev demek e, rêveberiya Başurê Kurdistanê dogirtinek (ambargo) daniye ser Kampa Mexmûrê. Em wek siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê bang dikin. Em dibêjin gelê me yê Mexmûrê gelek hêja ye û qehreman e. Niha di nava şert û mercên giran de ne. Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê jiyana wan di bin talûkeyek mezin de ye. Ji kerema xwe wê dorgirtinê ji ser wan rabikin. Em rica û daxwaz dikin. Em dibêjin kurd li ku dibe bila bibe em ji hevdu berpirsiyar in. Ez jî wek jinek kurd a siyasetmedar, ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê rica û daxwaz dikim ji kerema xwe dorgirtinê rakin. Çimkî ev vîrûs vîrûsek gelek talûke ye. Bila miletê me ji ber vîrûsê jî nemire.”