Balafirên dewleta Tir şevê din, gundê Nawdarok ê li sînorê Bradostê bombe kir

Çavkaniyên herêmî gotin ji ber bombebaranê Serwer Hacî Qadir ê ji gund winda bû.

Ji ber gera balafiran welatiyan nekarîn li Serwer Hacî bigerin, li benda sibê man.

Cenazeyê wî danê sibê hate dîtin, derket holê ji ber êrişê jiyana xwe ji dest daye.

Hêjayî gotinê ye; dewleta Tirk herêmê bê navber bombe dike, hefteya borî li sînorê gundê Gelale yê navçeya Şarbajêr a girêdayî Silêmanî welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Ji serê salê ve di êriş û bombebaranên dewleta Tirk 10 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.