Li Swisre bajarê Cinevê, di çarçoveya pêngava “Dema Azadiyê ye” ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve, ji bo azadiya fîzîk a Rêber Abdullah Ocalan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî -NY, çalakiya rûniştinê tê pêkanîn.
Çalakiya vê hefteyê li dora konê li Qada Natîon a ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî, hatiye vedan pêk hat.
Çalakî di şexsê Aydin Al bi nasnav Savaş Pîran ku di 1ê Tebaxa 2016an de şehîd bû û piştî rêzgirtinê, li ser navê Komîteya Çalakiyê Veysel Dalgiç axivî.
Veysel Dalgiç got; Zêdetirî 3 sal in ji rêber Abdullah Ocalan, tu agahî nayê girtin.
Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ beriya 7 mehan hate destpêkirin.
Lê encam lewaze, divê ev pengav werê xurt kirin.
Em careke din bang li CPT û saziyên din yên têkildarî mijarê dikin ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê berpirsyariyên xwe rabin.
Heta ku azadiya Rêber Apo misoger bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê hate pêkanîn.