Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî der barê geşedanên dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkiliyên QSD’ê bi Koalîsyona Navneteweyî re piştî bidawîkirina DAIŞ’ê di hevpeyvînekê de ji rojnameya El-Heyat re axivî.

Girêdayî qonaxa ku QSD’ê di şerê xwe yê li dijî DAIŞ’ê de gihaştiye, Mezlûm Ebdî wiha got: “Ji destpêka derketina rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst di Sûriyeyê de, hêzên me di ragihandina şerê li dijî wê de pêşeng bûn. Nemaze li herêmên ku me rizgar kiribûn û tê de rêveberiyên xweser ragihandibûn. Ji destpêka sala 2014’an ve me şerê li dijî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst ragihand. Di nava wan de paytexta îdîaker Reqa û her du herêmên Minbic û Tebqa yên rojavayê çemê Firatê.”

Mezlûm Ebdî diyar kir ku niha rêxistina terorîst tenê di berîkeke biçûk de li bajarê Hecîn û gundewarên wê li rojhilatê bajarê Dêrazorê sînordar bûye û wiha domand: “Em amadekariya qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê dikin û di vê qonaxê de Hecîn dê were rizgarkirin û paqijbûna giştî rojhilatê çemê Firatê ji terorê dê were ragihandin. Em guman dikin ku bi hatina sala nû 2019’an re giştî herêmên me rizgarkirî bin.”

Mezlûm Ebdî piştrast kir ku ew bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê re di nava koordîneyê de ne û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ev koordîne di astên herî bilind de berdewam dibin. Di encamê de plansaziyên baştir derdikevin holê. Bi saya vê koordîneya hevbeş destkeftî û serkeftinên mezin di çalakiyên dijterorê û tunekirina wê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin. Sûriye di qonaxeke dijwar û gelekî girêkok re derbas dibe. Encamên vê girêkbûnê bandorê li cîhan û herêmê dikin. Hemû hêz bi rêbazên cuda ketine nava aloziya Sûriyeyê û di nava wan de Amerîka ku li gorî stratejiyên diyar ên taybet ji bo parastina berjewendiyên wê di Sûriyeyê û herêmê de. Van hêzan di gelek munasebetan de ev rastî ragihandine.”

Mezlûm Ebdî behsa stratejiya Amerîkayê di Sûriyeyê de kir û wiha got: “Plansaziyên me bi Koalîsyona Navneteweyî re yên hevbeş hene da ku piştî hebûna leşkerî ya aşkera ya DAIŞ’ê were bidawîkirin, xebat bêne meşandin. Armanc ji van bername û plansaziyên hevbeş ew e ku rê li pêşiya derketineke nû ya rêxistinên terorîst were girtin. Her wiha ji bo çespandina aramî û ewlehiyê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê, nemaze bi rêya avakirin û perwerdekirina hêzên ewlehî û leşkerî yên pispor û alîkariya pêşxistina rêveberiyên xweser ên herêmî ku li herêmên rizgarkirî hatine avakirin ku rêveberiya van herêman girtine ser milên xwe.”

Der barê belavkirina hêzên QSD’ê li ser sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de Mezlûm Ebdî di axaftina xwe de wiha diyar kir: “Em xwe wek hêzeke niştimanî ya Sûriyeyê dibînin û bi erkên xwe yên niştimanî li gorî qonaxa ku em tê re derbas dibin pêk tîne. Yek ji van erkan parastina sînorên navdewletî yên Sûriyeyê ye.”

Ebdî da zanîn ku QSD’ê hêzeke Sûriyeyê bi temamî ya niştimanî ye û di nava xwe de ciwanên ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê hembêz dike û got ku bêguman rêjeya pêkhateyên Ereb û Kurd di nava vê hêzê de mezintirîn e, nemaze di payên fermandariyê de.

Li ser pirsa paşeroja QSD’ê piştî çareseriya siyasî Ebdî wiha piştrast kir: “Pêwîstiya çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi çareseriyeke siyasî heye û li gorî daxwaza hemû pêkhateyan be. Eger aliyên Sûriyeyê çareseriyeke siyasî li gorî daxwazên xwe pêk bînin, bêguman wê demê hêza me dê bibe beşekî ji artêşa niştimanî ya Sûriyeyê ku pêwîst e di encama çareseriya siyasî de pêk were.”

Der barê doza welatiyên parêzgeha Siwêda de ku DAIŞ’ê wek rehîne revandine û QSD’ê alîkariya xwe pêşkêş kiriye, Mezlûm Ebdî wiha anî ziman: “Doza rehîneyên bajarê Siwêda, ji bilî ku dozeke niştimanî ye, ew bi xwe dozeke mirovî ye. Ji erka me ye em der barê vê mijarê de alîkariya xwe pêşkêş bikin. Li ser vê yekê em hêjî bi riya navbênkaran hewl didin vê aloziyê çareser bikin û guhertina dîlgirtiyên DAIŞ’ê yên li ba me bi van rehîneyan re pêkan e.”

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî axaftina xwe ji rojnameya El-Heyat re wiha bi dawî kir: “QSD’ê xwedî nêrîneke pêşbînî der barê paşeroja Sûriyeyê de ye. Saziyên sivîl û leşkerî yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê dê bi roleke pêşeng di avakirina Sûriyeke nû de rabin. Bi taybet Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Partiya Sûriyeya Paşerojê ku xwedî bingehên guncaw in da ku bi vê rola xwe rabin.”

http://www.alhayat.com/article/4602712/تحقيق/مظلوم-عبدي-نحن-قوة-عسكرية-وطنية-ومستعدون-لحماية-الحدود-السورية