Serokê Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê -CPTê, Alan Mitchell, piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li Brukselê, bersiv da pirsên ajansa Medya Haber Tv.

Alan Mitcehell, got; Ji ber ku Tirkiye destûrê nade, em raporên xwe eşkere nakin.

Tirkiye wekî endameke Konseya Ewropayê, di Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê -CPT de dewleteke çalak e.

Komîteyê, bi salan serdana Tirkiyê kir. Wekî çend sal berê CPT, di sala 2022’an de jî serdana Îmraliyê kir.

Me jî dixwest em raporên xwe bi awayekî zelal eşkere bikin û pêşî li muameleya xirab bê girtin. Rapor, ancax bi destûra welatên endam dikarin bên weşandin.

Ji ber vê jî, em weke komîte jî, ji bo eşkerekirina raporên xwe îstîşareyên xwe yên bi welatê têkildarî re didomînin.

Alan Mitcehell herî dawî got; Em wekî CPT raporên xwe berpêş dikin û di van raporan de carinan dibêjin “dibe ku êşkence, yan jî muameleya xirab hebe” û got: Saziya ku divê ji bo vê yekê tevbigere, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê -DMME ye.