Paûl Karavanagh, şêwirmendê Otorîteya Perwerdeya Bakurê Îrlanda ye.

Ew di sala 1981’ê de hate girtin û bi 5 salan hate ceza kirin û peymana navbera Komara Îrlanda û Qraliyeta Yekbûyî hate berdan.

Paûl Karavanagh derbarê Rêber Abdullah Ocalan de got;

Ew 25 sal in bi rengekî fîzîkî li Îmraliyê girtî ye.

Tecrûbeya her kesî ya li girtîgehê cuda ye.

Min digot, girtîgeh di mejiyê mirovan de ye.

Ocalan bi nivîsa û teoriya xwe lîdertiyê dike.

Ew bernameyeke siyasî destnîşan dike û dibe hêvî. Ev yek di asta jiyanî de girîng e.

Paûl Karavanagh diyar kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan di hilbijartinên dawî de winda kir û got;

Hewldana li Wanê jî, li bin guhê berxwedana gel ket.

Dibe ku weke serketinek biçûk bê dîtin, lê her serketineke biçûk gavek ber bi têkçûna Erdogan e.

Erdogan û dewleta Tirk, ji fikrên Rêber Ocalan gelekî ditirsin.

Ew ji ber fikrên wî hate girtin û dibin tecrîdê de tê girtin.

Rêber Ocalan girtî jî be, fikrên wî pêşengiyê ji guhertinan re dike.

Ev rastî di hilbijartina dawî de jî hate dîtin.

Ocalan, ji bo mirovan hêvî ye. Li girtîgehê jî be, dibe hêvî.

Bi dîtina min tiştek mîna hêviyê nîne. Tiştek ji hêviyê bêhtir xurt nîne.

Paûl Karavanagh herî dawî got;

Abdullah Ocalan lîderekî neteweyî ye, xwedî tecrûbeyeke hevdîtinên aştiyê ye.

Ew dizane çi dixwaze. Zane ku encama lê digere çi ye û çawa dikare xwe bigihîne wê armancê.

Wî xetek diyar kiriye û yên ku dane ser şopa wî jî ew baş fêhm kirine.

Qet guman tê de ne ku, nifşê nû jî wê di riya Ocaland e têkoşîna azadiyê bimeşîne.

Heta azadî pêk were jî wê Ocalan pêşengiyê bike.