Mehmet Erbey tevî ku girtiyê bi nexweşiya giran e, surgunî girtîgeha Bûcayê kirin û avêtin hucreya yek kesî.

Mehmet Erbey di sala 2009’an de li Wanê bi behaneya ‘endametiya rêxistinê’ hate girtin û bi 25 salan hate ceza kirin.

Xwişka Mehmet, Rojda Erbey, diyar kir ku kekê wê, di 28’ê Sibatê de bi riya telefonê agahî dane wan û got;

10 saetan di wesaîta ringê de hatiye girtin. Ji bo surgunkirina kekê min em agahdar nekirin. Me serî li ÎHD û OHDa Mersînê da.

Rojda Erbey anî ziman ku kekê wê 15 salan e girtiye û ji sedema mercên ne baş yên girtîgehê, nexeşiyên mîdê, gurçik, piştê li peyde bûne.

Desturê nadin bi kesî re têkiliyan deyne. Tenê mafê saetekê yê çûyîna pirtûkxanê didine.

Bi tenê dimîne û dema diçe hevdîtinê jî bi tenê dibin hevdîtinê.

Di axaftina bi telefonê de anî ziman ku tecrîd lê tê ferzkirin.

Weke malbata wî em ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê bi fikar in û van kiryarên li dijî mirovahiyê qebûl nakin.”