CDK-F û TJK-F’ê zexta li Fransa ya li ser aktîvîst û welatparêzên Kurd şermezar kirin û biryara çalakiyan da.

CDK-F û TJK-F, ragihandin ku li pişt binçavkirin, serdegirtinên sazîyên Kurd û li pişt serdegirtina li studyoyên Medya Haber TV û Stêrk TV Fransa heye.

Saziyan got, Ev rewş bazara bi dewleta Tirk re ye ku dixwaze şer derbasî Ewropayê bike.

Televîzyonên ku wê şer û hemû kiryarên li dijî Kurdan teşhîr bikin, kirin armanc û xwestin wan bêdeng bikin.

CDK-F û TJK-F bang li Kurdan kirin ku 27’ê Nîsanê de, li qada La Repûblîqûe ya li paytexta Fransa Parîsê kom bibin û dijberiya xwe nîşan bidin.