Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di Bernameya Taybet a Medya Haberê de manevrayên di navbera îran û Îsraîlê de jî nirxand.

Duran Kalkan ragihand ku gelek derdoran radigihand ku li benda rewşeke welê ne û got:

Piştî Israîlê li Şamê li dijî Îranê êriş kir, herkesî dizanî wê Îran bersiveke bide vê. Jixwe Îranê ragihand ku wan di çarçova bersivdanê de 13’ê Nîsanê êrişî Israîlê kirine. Em jî vê rewşê dişopînin, agahiyan kom dikin, nîqaşan dikin. Dêhna xwe bidinê rewşa niha dişibe destpêka şerê li Xezayê. Bi tahrîk, provokasyon û lîstikan li dijî xelkê Xezayê êrişên dagirkeriyê dan destpêkirin. Di vir de rola Hamasê, rola Erdogan, rola Israîl û Amerîkayê hebû. Lê yên bûn qurbanî û êş kişandin xelkê Xezayê ye.

Duran Kalkan ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û Israîlê bi hev re ji bo şer Îranê tahrîk kirin:

Erê rast e êrişa dawîn ji aliyê Îranê ve hat kirin. Lê ji bo Îranê bikşînin nav şerê li Xezayê destpê gelek lîstik xistin dewrê. Israîl û dewleta Tirk, şefê faşîst Erdogan û çapemeniya wî ya genî gelek dolab gerandin. Êrişa Israîlê ya li şamê li dijî konsolosxana Îranê jî di ve çarçovê de bû. Divê mirov vê bibîne. Rêveberiya Îranê tevî hemû tahrîkan jî xwe ji şer vegirt. Lê piştî êrişa li Şamê, bersiv da. Hem Îran hem jî Israîl bi daxuyaniyên xwe dixwazin li raya xwe ya giştî bandorê bikin. Çawa ku Erdogan di hilbijartinan de mesela Xezayê anî rojevê û deng xwest Netanyahu jî Îran jî heman tiştî dikin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ragihand Tevgera Azadiya Kurd li dijî hemê şerên berjewendî, qirker û mêtinger e.

Pirsgirêk bi vî awayî çareser nabin. Çareserî siyaseta demokratîk e, çareserî xweserî ye. Rêber Apo zîhniyet, bername, proje û paradîgmaya çareseriyê daniye holê. Em wisa li meseleyan û çareseriyê dinêrin. gel ji encax bi vi awayî bikaribin bi hev re bijîn.