Îro sersala êzidiyan ango Çarşema Sor e. Êzidî her sal vê rojê di çarşema yekemîn a Nîsanê de li gorî salnameya rojhilatî (kurmancî) pîroz dikin.

Salên vê salname bi 13 rojan kêmtirî salnameya mîladî ne.

Çarşema Serê Nîsanê

Di dewleke ola êzidayetiyê de têkildarî vê rojê wiha hatiye gotin:

“Çarşem rojeke fadil e

Melik Fexredîn afrandibû ji eşq û dil e

Nas nedikir rihetî û xefilet e

Çarşem rojeke bi hesab e

Ji ba wan meleka hatî ev cewab e

Deriyêt xêra divekirin ji rojhelat heta rojava”

Beriya sersalê, êzidî rojên duşem û sêşemê hêkan dikelînin û wan boyax dikin. Serdana gorên miriyên xwe dikin û di roja sersalê de hêk û şêraniyê belav dikin.

Li gorî mîtolojiya êzidiyan, hêk nîşaneya giloverbûna erdê ne. Kelandina hêkan jî, qerisîbûna erdê û helîna qeşayê ye ku erd pêçabû. Boyaxkirina hêkan jî nîşaneya rengên gul, kulîlkan û erdê ye.

Di baweriya êzidiyan de, gerdûn tarî û dûman bû. Erd bi tebeqeyeke qeşayê hatibû pêçan. Dûre Xwedê Tawisê Melek roja çarşemê şande erdê ji bo ku wê ava bike û jiyanê lê vejîne. Bi emrê Xwedê Tawisê Melek wek Tawis li Laleşê daket erdê. Ev herêm li Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber ku li erdê qeşa hebû, Tawisê Melek li ser dara herher disekine. Roj derdikeve û qeşa dihele. Rûyê erdê yê rastîn derdikeve holê. Bi kulîlk û gulên rengîn dixemile. Ji ber wê, ev roj wek destpêka biharê hate binavkirin.

Di rojên cejnê û rojên Nîsanê de, êzidî erdê cot nakin û nakolin. Li gorî wan, hemû tov û riwek di vê mehê de dibişkivin. Her wiha di Nîsanê de zewacê qedexe dikin.

Li kêleka van ayînan jî, li Laleşa pîroz ayînên olî bi beşdariya bi hezaran keç û xortên êzidî, endamên meclisa ruhanî ya êzidî 365 çirayan vêdixin. Ev çira wek mûman e, ji qumaşê spî pêk tê û bi rûnê zeytê yê paqji hatiye şilkirin. Ev zeytûn ji darên li dora perestgehê tên komkirin.

Bi nêrîna êzidiyan, ev cejn cejna kurdistaniyan e. Di ayetekê de hatiye gotin:

“Çarşema serî Nîsanê

Şêx Adî, şêx Şims xweste dîwanê

Xwedê berê xwe dide Êzîdxanê

Ew e cejna Kurdistanê”