Ji rêveberiya Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kîbar Kose da zanîn ku di demên dibistana navîn de Sakîne Cansiz nas kiriye û di destkeftiyên gelek jinan de bandora pratîkên siyasî yên Sakîne Cansiz heye.

Kîbar got: “Lêkolîn û xwendinên Sakîne bandorek mezin li ser me kirin. Ez di bistanan sereteyî de bûm, bi saya Sakîneyê min li ser Elewitiyê pirtûk xwendin. Sakîne ji bo me wate û girîngiyek mezin îfade dike. Pêşniyar dikim ku hemû jin di esasa pratîka siyasî ya Sakîne de li mafên xwe bigirin.”

Naskirina Sakine Cansiz Kîbar teşwîqî xwendina xwendina pirtûkên li ser elewîtiyê kiriye. Dibêje: “Min di dibistana navîn de Sakîne nas kir. Li ser Elewitiyê pir tişt fêrî me kirin. Li ser Elewitiyê pirtûk didanîn. Digotin ‘bixwînin wê ji bo we baş be’. Ji bo me girîng û watedar bû.

“Sakîne her şev dihat mala me em ziyaret dikirin. Digotin we pirtûk xwendine an na. Me 3 jinan xanî kirê kiribû. Sakine her êvar dihat gel me. Digot dersên xwe bixebitin lê pirtûkan jî bixwînin. Malbata wê jî wek wê bû. Her tim ji ber em xwendekar bûn xwedî li me derdiket. Sakîne Cansiz ji bo jinên Dêrsîmê mînak e.”

Kîbar Kose ku bi peyva ‘Can’ xitabî Sakîne dike, di dawî de wiha dibêje:

“Divê jin zêdetir di faliyetên siyasî de cih bigirin. Divê hemû jin di tevgerên siyasî de cih bigirin. Divê her jin tevli xebatên siyasî, mîting û çalakiyan bibin, li malên xwe runenên. Ev ji bo Dêrsîmê destkeftiyek mezine. Ji ber naskirina Sakîneyê ez pir serbilindim.”