Serfermandarê Giştî yê Îsraîlî Herzî Halevî di axaftina xwe ya li baregeheke ku jî êrîşa Îranê bandor bûye de soza bersivdayîna êrîşa Îranê ya li dijî Îsraîlê da.

General Herzî Halevî, serdana baregeha Nevatîm ya li başûrê welat kir û got:

“Dewleta Îsraîlê wê bersivê bide êrîşên bi fuze û balafirên bêmirov ên li dijî axa xwe.

Berdevkê artêşê Danîel Hagarî jî, li baregehê axivî û got:

“Ji bo parastina dewleta Îsraîlê çi pêwîst bike em ê bikin . Em ê vê yekê bi awayekî guncaw pêk bînin. Em ê hilbijêrin.

Tê payîn ku Kabîneya Şer ya Îsraîlê sibê ji nû ve bicive.