Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn – Sûriye, li ser malpera xwe ya fermi ragihand ku çeteyên Feyleq El Şam yên dewleta Tirk a dagirker, duh bi awayekî hovane li zarokê bi navê Rayan Mistefa Ismaîl ê 13 salî û ciwanê bi navê Hekîm Elî Seydo ê 21 salî yên ji Efrînê dan.

Rêxistinê diyar kir ku çeteyan li benda kontrolê ya li gundê Kosa yê navçeya Reco ku di bin kontrola çeteyê bi navê Ebû Elaa de ye, li her duyan dane.

Li gorî rêxistinê, çeteyan bi beaneya ajotina bilez a motorsiklêtê, Îsmaîl û Seydo rawestandine, dûre li wan dane û motorsiklêt desteser kirine.

Êrişek jî li rojhilatê Himsê bi destê DAIŞ’ê pêk hat

Li gorî agahiyên navenda çavdêriya mafê mirovan; DAIŞ’ê êrişî komeke şivanan kir, zêdetirî 100 serî pez dizîn.

Navenda çavdêriya mafêmirovan got:

Ji destpêka 2024`an ve di êrişên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê de 301 kes hatine kuştin ku ji wan 37 şênî, 240 hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wan û 24 çeteyên DAIŞ`ê ne.