DAIŞ’ê 3’ê Tebaxa sala 2014’an êrişî Şengalê kir, nêzî 5 hezar Êzidî qetilkir, revandin û windakirin, bi sedhezaran jî neçarman dev ji warên xwe berdin.

Hîn jî bi sedan Êzidî nehatine dîtin.

Ji bo ku ev roj wek ‘Qirkirin’ were nasîn têkoşîna civaka ezdî didome.

Li ser pêşnûmeya parlamenterê Êzidî yê Ermenistanê Rustam Bokayan, Parlamentoya Ermenistanê 3’ê Tebaxê weke ‘Roja Bîranîna Qurbaniyên Qirkirina Êzidî’ qebûl kir.

Pêşnûme ji aliyê parlamenterê Êzidî Rustam Bakoyan ve hate pêşkeşkirin.

Rustem Bekoyan da zanîn çarenûsa Ermenî û Êzidiyan dişibin hev û wiha got:

Qirkirin sucek ku dijî mirovahiyê û sucê herî mezine.

Me gelek caran di qonaxên cûda yên dîrokê de, xwe di heman rewşan de dît.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Paruyr Hovhannisyan jî têkildarî pêşnûmeyê de got;

Pêşîgirtina li qirkirin û sucên dijî mirovaniyê, yek ji polîtakaya Ermenîstanê ye.

Parlamentoya Ermenistanê roja 3’ê Tebaxê bi piraniya dengan weke ‘Roja Bîranîna Qurbaniyên Qirkirina Êzidî’ qebûl kir.