Şêniyên kantonên Reqa û Dêrezorê der barê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan de nêrînên xwe parve kirin.

Bedredîn El Cerad tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran şermezar kir û got:

“Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bêyî azadiya tevahî girtiyên siyasî azadiya gelan temam nabe.”

Welatiya bi navê Kînana Mehmûd El Ebdo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de gel teslîm bigire.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wek beşeke tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e.

Kînana El Ebdo destnîşan kir ku îradeya gel a xwe dispêre fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî êrişan bihêztir e.

Ji rûspiyên eşîra Kebîsa ya qebîleya Igêdat Tirkî El Zahir pêkanînên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên wê yên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê wek “Kiryareke terorî ku tu eleqeya wê bi mirovahiyê re nîn e” bi nav kir.

Tirkî El Zahir bang li tevahî rêxistinên hiqûqî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikevin nava tevgerê de.

Cîgirê hevserokatiya Desteya Rêveber a Meclisa Dêrazorê Fethî El Itêş tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erkên xwe bi cih bînin.

Berdevka Jinan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Dêrazorê Sumeya El Mihemed jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.