Li çoltarê gundên Tiloran a Jêr û Tiloran a Jor ên navçeya Geverê ya Colemêrgê dagirkeriya leşkerî hate destpêkirin.
Leşkeran, rêyên ber bi zomên gundên Horê, Berê Sor û Warê Conî ve diçin girtin û gund dorpêç kirin.
Li herêmê bi sedan leşker û cerdevan hatine bicihkirin û liv û tevgera helîkopteran didome.
Hat diyarkirin ku li qadên Sipêrêz û Omerê jî liv û tevgera balafirên biçek û bêmirov heye.
Sewalên gundiyan ên li zozanan hatin derxistin û destûr nehat dayîn ku bêrîvan biçin zozanan.
Her wiha hat zanîn ku leşkeran lêgerîna tazî li şivan û welatiyên çûbûn zozanan kirine.
Di heman demê de li gundan jî nasnameyên gundiyan tên kontrolkirin.