Tecrîda mutleq a li İmraliyê, rewşa incomunîkado ya li ser Rêber Ocalan û girtiyên din ên li İmrali kete meha 38’an.

Mîna parêzeran, malbatên Rêber Ocalan û girtiyên din ên li İmraliyê jî li ruxmî bersivnedana Serdozgeriya tirk jî, her hefte ji bo hevdîtina wan ji nû serlêdanên xwe dikin.

Îro jî birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Tecrîda mutleq a ji 25’ê adara 2021’ê ve li ser İmraliyê dimeşînin doh 37 mehên xwe tijî kirin û kete meha 38.