Dayika girtiya di greva birçîbûnê Meryem Soylû, ji ANFê re axivî û diyar kir ku heta tecrîd bê şikandin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û ji bo xwedî derketina li çalakiyê bang kir.
Dayika Meryem got; Keça min Emîne 4 sal in li Girtîgehan Jinan a Bakirkoy girtî ye û nexweş e Ez jî zêdeyî 9 salan girtî mam, mercên girtîgehan baş zanim.
Di nava çar dîwaran de ya ku mirovan li ser piyan dihêle moral, îrade û têkoşîn e.
Dayika Meryem Soylû destnîşan kir ku girtiyan dixine hucreyên yek kesî û got;
Dijmin êdî mercên salên 1990’î li girtiyan ferz dike.
Li ser girtiyan şerekî psîkolojîk tê meşandin. Ev şerê psîkolojîk ji êşkenceya fîzîkî mezintir e.
Em vê yekê qebûl nakin û li dijî vê têdikoşin.”
Heta tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyan bê şikandin têkoşîna li girtîgehan wê dewam bike.
Yekane daxwaza zarokên me û daxwaza me şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ye.
Heta ku daxwazên wan werin pêkanîn, çalakî wê dewam bikin.
Rewşa girtiyên nexweş ne baş e û di mercên giran de têne ragirtin.
Wan nabin nexweşxaneyê û nayên dermankirin.
Hevalên me yên 30 sal in li girtîgehê têne hiştin, kansêr jî di nav de gelek nexeşiyên wan hene.
Ez bang li malbatan hemûyan û gelê me dikim ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê.
Bila bi hezaran kes tevlî vê nobetê bibin.
Kilîd û navnîşana çareseriyê Rêber Abdullah Ocalan e.
Eger Rêberê me berdin wê edalet û azadî bê Rojhilata Navîn.
Me tecrîda li ser Rêberê xwe qebûl nekir, em ê qebûl nekin.”