Şervanê QSD’ê Rojhat Dêrik, di 22’ê Nîsanê de şehîd bû,
Girseya gel cenazeye şervanê QSD’ê Rojhat Dêrik, ji Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê girtin û birin Goristana Şehîd Xebat Dêrik.
Piştî rêzgirtinê, şervanê QSDˊê Xalid Mihemed axivî û got; Şehîd Rojhat Dêrik soz da şehîdan ku ew ê li ser rêça wan bimeşe û heta nefesa xw eya dawî li ber xwe da.
Piştre wesîqeya şehîd ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Cenazeyê şehîd Xebat Dêrik, bi tilîlî û diruşmeyan hate veşartin.