Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di Bernameya Taybet a Medya Haberê de, qonaxa duyemîn a pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsa Kurd nirxandin.

Duran Kalkan berxwedana Rêber Apo li li Îmraliyê silav kir û got:

Ev 3 sal zêdetir e ti agahî ji Îmraliyê ji Rêber Apo nîne. Dewleta Tirk û saziyên Ewrûpa bi hev re vê pergala tecrîdê didomînin. Girîng e, mirov têkoşîneke hiqûqî li dijî vê pergalê bimeşîne.

Duran Kalkan bal kişand ser Konferansa Hiqûqnasan a li Brukselê û vê nirxandinê kir

Çend roj berê hiqûqnasan li palemena Ewrûpa konferans çêkirin. Gelek hiqûqnas tevlibûn, watedar e. Lazim e karên bi vî rengî pir bên çêkirin. Ji ber ku Îmraliyê li ser navê hiqûqê bi qasî serê derziyê jî ti tiştek tine.

Duran Kalkan bal kişand ser aliyên din ên têkoşîna li dijî pergala Îmraliyê û got:

Li dijî pergala Îmraliyê lazim e em 24 saetan di nava tevgerê de bin. Gelê Kurd hemu divê di nava têkoşîna li dijî vê pergalê de bin. Çunkî ev pergala qirkirinê ye. Madem ew dixwazin têkiliya me bi Rêber APo re bê birîn, wê demê lazim e em 24 saetan têbikoşin. Jin û ciwan, herkes lazim e di nava vê têkoşînê de be ji bo wê kar bike.

Duran Kalkan, diyar kir ku çalakiyên 8’ê Adarê dest pê kirin bi pîrozbahiyên Newrozê derketin lûtkeyê û di hilbijartinan de zîhniyeta tecrîdê ya AKP’ê hat têkbirin:

Encamên van çalakiyan hemû xwe di encamên hilbijartinên xwecihî de nîşan dan.

Zîhniyet û siyaseta tecrîdkar, faşîst di hilbijartinê de ji gel derbeke mezin xwar. Gelan derba mirinê li zîhniyeta faşîst û qirker da.

Lazim e ev rewşa çalak a gel dewam bike. Divê em karibin her roja xwe bikin roja çalakiyan.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji bo çalakiyên 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanê jî banga tevlibûnê li herkesî kir

û xwest 1’ê Gulanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bibe roja mezinkirina têkoşînê.