Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tecrîda “mutleq” didome. Ligel vê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ku 37 meh in agahî jê nayê girtin, li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên Ewropayê xebat û çalakî dewam dikin.

Endamê Baroya Erdexanê Parêzer Yaşar Kaya, têkildarî tecrîda li Îmraliyê axivî û rola Abdullah Ocalan a di qada navneteweyî de nirxand.

Yaşar Kaya anî ziman ku desthilatdarî bi pergala tecrîdê re hewl dide encamekê bi dest bixe û da zanîn ku Komar li ser bingehên pirneteweyî hatiye avakirin, lê piştre veguheriye avahiyeke yekneteweyî. Pê re kurd û gelên din hatin paşguhkirin.

Parêzer Kaya diyar kir ku nêzîkatiya li Rêber Apo nêzîkatiya li gelê kurd û hemû gelên vî welatî ye û got: “Ev hikûmet jî wekî hikûmetên berê hewl dide bi polîtîkayên şer bijî. Sedema sereke ya têkçûna demokrasî û hiqûqê jî neçareserkirina pirsa kurd e.

Ger hûn bala xwe bidinê, di şexsê Erdogan de dewlet êdî li Ewropa, cîhana rojava û NATO’yê nayê qebûlkirin.

Tirkiye endama Konseya Ewropayê (KE) ye, lê der barê muwekîlên me û girtiyên din de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) esas nagire. Ji ber vê rewşê divê Tirkiye ji Konseya Ewropayê bê derxistin jî.

Parêzer Yaşar Kaya bi bîr xist “Di pêvajoya aştiyê de yekane kesê helwesteke ji dil nîşan da Rêber Apo bû. Eger Tirkiye modela Rêber Apo bişopîne û pirsgirêka kurd çareser bike, wê li Rojhilata Navîn bibe hêzeke herêmî.

Yaşar Kaya got:
Ji bo rê li ber vê vebe û azadiya fizîkî bê misogerkirin, emê di demeke nêz de pêvajoyek serîlêdanê ya pir berfirehtir bidin destpêkirin. Em vê înîsiyatîfê ji bo protestokirina pêkanînên dijmirovahî yên li ser muwekîlê me, bimeşînin. Divê civak jî di vî warî de erka xwe bi cih bîne.