Runiştina biryara doza derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a girtî Leyla Guven de, ji ber axavtina li Êlihê ku qeyûm rexne kiribû, îro pêkat.

Îdianame ji aliyê 4. Dadgeha Cezayên Giştî ya Êlihê hatibû qebûl kirin û darizandinê dest pê kir.

Dema Leyla Guven wek parlamenter hate hilbijartin jî darizandin rawestiya bû.

Piştî rakirina parêzbendiya Leyla Guven, dozê dewam kir. Îro jî dadgehê biryara xwe eşkere kir û 5 meh cezayê hepsê lê birî.

Parêzerê Leyla Guven Serdar Çelebî, got; Îdianame ne li gorî Dadgeha Cezayên Giştî, li gorî Dadgeha Cezayê Giran hatiye amadekirin. Divê şandeya ddagehê, axavtina muwekîla min lêbikolin û binirxîne. Axavtina muwekîla min, di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye. Divê şandeya ddagehê, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa -DMME, yên têkildarî mijarê bigire berçav.

Lê şandeya Dadgeh bi hênceta “Gel, dewlet, meclis û daraza Tirk bi eşkereyî biçûkxistinê” 5 meh cezayê hepsê da Leyla Guven.