Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) û Tora Têkoşîna li dijî Tunidyê li Qada Deriyê Çiyê ya navçeya Amed Sûrê kom bûn û li dijî zêdebûna tundî û kuştina jinan daxuyaniyek dan.

Hevseroka DEM Partî ya Amedê Pinar Sakik Tekîn, hevşaredarên Yenîşehîr, Sûr, Çinarê û gelek sazî û dezge tevlî daxuyaniyê bûn.

Endama Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek daxuyanî xwend û da zanîn ku di pêvajoya derbas dibin de kuştinên jinan roj bi roj zêde dibe.

Esra Çîçek got: Dema mijar dibe maf û jiyana jinan hemû mekanîzma bê bandor dimînin.

Em vê ji Gulîstan Doku, Rojvelat Kizmaz, Amîne Sevînç û Leyla Demîr dizanin.

Polîtîkayên dewletê li gorî herêman diguhere. Ji ber vê jî li Şirnexê çawîşekî pispor bêyî fikaran destdirjî kir.

Têkoşîna em didin li dijî polîtîkayên şerê taybet e.

Em bang li hemû kesî dikin ku bi îradeyeke xurt li dijî van polîtîkayên qirêj têkoşînê bikin.

Kuştina jinan gihiştine asta qirkirinê. Em dest ji maf û azadiyên xwe bernadin.

Em jinên ku bi tundiyê re rû bi rû man û jiyana xwe ji dest dane carek din bibîrtînin.