Di pîrozbahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed axivî, Newroz li gelan pîroz kir û got; Ji Kawayan heta Mezlûm Doganan, ji Zekiyan heta roja îro, agirê Newrozê hîn geştir dibe.

Bi projeya Xweseriya Demokratîk wek gel û tevger, li dijî her cure êrîşan em li ber xwe didin.

Bi xêra berxwedana Rêber Apo û hemû pêkhateyên herêmê rojane êrîşên dewleta Tirk a dagirker vala tên derxistin.

Bi ruhê Mezlûm û Zekiyeyan em ê Newroza 2024’an bikin sala têkbirina komployê û bikin sala azadiya Rêber Apo.

Şahî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Şêniyên Çilaxa jî li ber Komuna Şehîd Hemrîn Newroz pîroz kir.

Endamê Komunê Husam Hisên Newroz li hemû gelên azadîxwaz pîroz kir.

Şahî piştî ku malbatên şehîdan agir vêxistin, bi griêdana govendê berdewam kir.