Şefê faşîst ê tirk Erdogan bi armanca kûrkirina şerê li dijî kurdan hewldan û hevdîtinên xwe bi dagirkerên Kurdistanê re didomîne.
Her çiqas Medyaya Iraqê destnîşan dike ku naveroka hevdîtinên Serokkomarê Tirk a ji bo Iraqê mijara avê, hinardekirina gaza xwezayî û nefta ji bo Tirkiyeyê û mijarên ewlehiyê bin jî, tê zanîn mijara bingehîn kûrkirina dijminatiya li dij kurdan e
Wê Erdogan di serî de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî gelek hevdîtina pêk bîne.
Erdogan ji bilî mijarên hatine diyarkirin, wê plana nû ya ji bo komkujiya kurdan biaxive û hewl bide Iraqê îkna bike ku bibe parçeyekî şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurd.
Hatibû ragihandin ku Erdogan wê 9’ê gulanê jî biçe serdana Waşhingtonê.