Tora Piştevaniyê ya Navneteweyî ku kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ da destpêkirin, ji Serokê CPT Dr. Alan Mîtchell re nameyek nivîsî.

Tora Piştevaniyê ya Navneteweyî rewşa li Îmraliyê careke din bi bîr xist û bang li CPT kir ku bikeve nava liv û tevgerê.

Name ji aliyê 91 kesayet û saziyan ve hatiye mohr kirin û işaret bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dikin û dibêjin;

Di nava 36 mehên dawî de hewl tê dayin ku Îmraliyê bikin darbestek.

Rêber Abdullah Ocalan 75 salî ye, 25 sal in di nava tecrîdeke giran de dîlgirtî ye, 3 sal in jî bi tu awayî agahî jê nayê girtin.

Divê CPT demildest bikeve nava liv û tevgerê.

Di nameyê de tê xwestin ku CPT demildest şandeyekê bişîne Îmraliyê û piştre bikeve nava hewldanan ku parêzer û malbata Abdullah Ocalan karibin pê re hevdîtinê bikin.

Di dawiya nameyê de hatiye destnîşan kirin ku gaveke bi vî rengî wê ji bo nirxandin û çareseriya meseleya Kurd jî bibe gavek destpêkê.

Dinava kes û saizyên name mohr kirine de,

Abha Bhaiya, Damezrînerê One Billion Rising,

Hindistan, Agilan Waradaraj, Konseya Gelê Tamil Eelam,

Elmanya, Alfons Di Stefan, Piştevaniya bi Kurdan re, Katalanya, Îtalya, Andre Metayer, Amitiés kurdes de Bretagne,

Fransa, Antonino De Cristofaro, Rêveberê Sendîkaya Dibistanê ya COBAS, Îtalya, Arne Zupancic, Aktîvîst-ADM, Slovenya hene.