Şaredariya Gel a Minbicê û Gundewarê Wê xebatên xwe ji bo pêkanîna projeyên ku berê danîne, berdewam dike. Niha jî hewl dide projeya toreya kanalîzasyonê li kolana Mizgefta Bîlal a bajêr û projeya zîftkirina rêyan ku di destpêka havînê de dest pê kiriye, bi dawî bike.

Ji destpêka rizgarkirina bajarê Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ`ê, Şaredariya Gel hewl dide bê navber binasaziya bajêr a ku wêran bûye, sererast bike, xizmetan ji şêniyan re pêşkêş bike û xuyangeke şaristanî û nû ji bajêr re ava bike. Ji bo wê şaredariyê gelek xebatên xizmetguzariyê û projeyên binesaziya bajarê Minbicê û gundewarê wê pêk anîn. Di gavekê de ji bo ku binesaziya bajêr restore bike û xebatan ji tevahiya şêniyên bajêr û gundewarên wê re peyda bike.

Şaredariya Gel a Minbicê û Gundewarê Wê xebatên xwe ji bo pêkanîna projeyên ku berê xistibû plansaziya xwe, berdewam dike. Ji rêzeprojeyên sererastekirina toreyên kanalîzasyonê li bajêr. Ev proje ji girîngtirîn projeyên restorekirina binesaziya bajêr tê hesibandin. Gelek ji wan projeyan ji destpêka avakirina şaredariyê ve heta niha dimeşin. Şardariya Gel niha hewl dide projeya kanalîzasyonê ya taxa El-Sirb a kolana Mizgefta Bîlal bi dawî bike.

Hevserokê Şaredariya Gel a Minbicê Qasim Ebûd agahiyên girêdayî projeyên toreyên kanalîzasyonê ji ajansa me re ragihandin. Ebûd got: “Di dawiya sala 2018`an de me projeya kanalîzasyonê li taxa El-Hezwane bi dirêjahiya 700 m pêk anî. Lê di destpêka salê de me projeya toreyên kanalîzasyonê li kolana El-Hikme meşand. Ji ber serjmariya zêde ya kolanê em rastî pirsgirêka toreyên avê û kanalîzasyonê tê de hatin. Lê me pirsgirêk derbas kir û projeya rêya Nexweşxaneya El-Hikme bi dirêjahiya 200 bi dawî kir.”

Têkildarî projeya heyî Ebûd wiha domand: “Niha em xebatên temamkirina projeya toreya kanalîzasyonê li taxa El-Sirb tam li kolana Mizgefta Bîlal bi dirêjahiya 125 m didomînin. Me berê rê zîft kiribû, lê ji ber hindek pirsgirêkan di toreya kanalîzasyonê de me zîftkirina rêyan rawestand, heya ku xebatên restorekirina toreyên kanalîzasyonê bi dawî dibin. Ji derdora 10 rojan ve me dest bi projeyê kiriye, xebat wê di rojan de bi dawî bibin. Lêçûna projeyê di navbera 3 milyon heya 4 milyon lîreyên Sûriyê de ye.”

Girêdayî projeyên dema jî  bê Ebûd wiha got: “Projeya toreyên kanalîzasyonê ya Cadeya El-Esaf ji mezintirîn projeyan e li gorî nirxandina ku me daniye. Lêçûna wê derdora 18 milyon lîreyên Sûriyê ye. Di destpêkê dê 300 metre ji toreyên kanalîzasyonê werin dirêjkirin û li gorî derfetan dê proje temam bibe. Şaredarî dê hewl bide projeya sererastkirina Rêya Cerablusê li Cadeya El-Cîlawî û projeya li nêzî firina otomatîk li bajêr pêk bîne.”

Girêdayî heman warî Ebûd wiha axivî: “Me projeyên rêya El-Cizîre rojhilatê bajêr bi dawî kirin. Rêya El-Cizîrê û taxa El-Hezwane ku dikevin başûrê bajêr hatibûn paşguhkirin. Şaredarî hewl dide wan rêyan vejîne û gelek projeyên kanalîzasyonê  li wan taxan pêk bîne.”

Der barê pêkanîna projeyên zîftkirina rêyên bajêr Ebûd got: “Xebatên zîftkirina rêyan berdewam in. Heta niha bi rêya ji sedî 75 ji plansaziya projeyê ya Îsal pêk hatiye. Niha xebat li ser rêya Heleb tên meşandin. Piştre em ê hewl bidin cadeya El-Mazirliye, cadeya nexweşxaneya Qeys Îbo û kolana El-Rabte pêk bînin bi vê yekê dê xebatên zîftkirina rêyan bi dawî bibe.”

Têkildarî miqdara zîfta ku ji bajarê Minbicê û parspankirina rêyan re hatiye diyarkirin Ebûd ev tişt anî ziman: “Miqdara qîra ku rê pê hatine zîftkirin gihaşt derdora 30 hezar miter kabike. Lê parspankirina rêyan gihaşt hezar mitir kabike. Miqdara qîra ku ji bajarê Minbicê re hatiye feqetandin gihaşt 35 hezar heya 40 hezar mitir kabike. Xebatên parspaankirina rêyên taxa El-Hezwane berdewam in û dê li tevahiya bajêr pêk werin. Eger baran dereng barî em ê xebatên xwe berdewam bikin. Lê eger baran zû barî em mecbûr in xebatên xwe rawestînin.”

Şaredariya Gel a Minbic û Gundewarên Wê xebatên xwe bê navber berdewam dike û hewl dide erkên xwe li hember bajêr û gundewaran pêk bîne.

(şx)