Rêvebera KCD’ê Zelal Bîlgîn ku bi Leyla Guven re dimîne, qala rewşa tenduristiyê ya Guven, îrade, bawerî, biryardarî û hêviya wê kir.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 112 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. 79 rojên çalakiyê yên Guven li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi dîlgirtî derbas bû. Piştî ku 25’ê Çileyê hate berdan, Guven çalakiya xwe li mala xwe dewam kir. Tevî keça Guven, aktîvîstên TJA’yê û Hevberdevka Delegeyên Amedê ya KCD’ê Zelal Bîlgîn bi Guven re dimînin. 7’ê Mijdarê dema ku Leyla Guven biryara xwe ya ji bo greva birçîbûnê ragihand, Bîlgîn pê re li heman qewîşê dima. Bîlgîn di roja 22’an a çalakiya Guven de bi biryara navberê hate berdan û li derve jî çalakiya Guven şopand. Bîlgîn ku di heman demê de kedkareke tenduristiyê ye, bi Guven re dimîne. Bîlgîn ji ANF’ê re qala rojeke Guven û biryardariya wê ya çalakiyê kir.

WÊ BI TENÊ NAHÊLIN

Bîlgîn anî ziman, tevî jinên TJA’yî ew bi Leyla Guven re ne û got, “24 saetan em bi hev re ne. Hem ji bo rewşa wê ya tenduristiyê kontrol bikin, hem jî bi heyet û mêvanên tên serdanê re eleqedar bibin. Em wê tenê nahêlin.”

EW BI XWE MORALÊ DIDE ME

Bîlgîn anî ziman, ew hewl didin bibin beşek ji berxwedanê, moral û motîvasyona xwe timî bilind bikin û got, “Ew gelekî bi bawer û xwedî îrade ye. Dema ku moralê me namîne, ew moralê dide me. Ji ber baweriya bi berxwedana xwe û mafdariya daxwazên xwe, bi biryar e. Heta ku daxwazên wê bên qebûlkirin û berxwedana wê biçe serî, em bi wê re ne, rewşa wê ya tenduristiyê kontrol dikin û hewl didin nehêlin ku xisareke mezin li bedena wê bibe.”

ROJEKE GUVEN

Zelal Bîlgîn li ser rojeke Guven wiha axivî: “Birêz Leyla Guven sibehê saet navbera 09:00-09:30 dest bi rojê dike. Ji ber ku nikare baş razê, dema ku radibe bêxew e. Êşeke giran li hestî û masûlkeyên wê hene. Ji ber vê yekê jî xew bi çavên wê nakeve. Destpêkê tansiyona wê dipîvim. Li gorî rewşa wê ya tansiyonê jî em rêjeya xwê û şekir diyar dikin û didin wê. Bi giranî tansiyona wê nizm e. Li dora 8/4 ya jî 7/4 e. Ev jî dibe sedem ku em timî bi xwê dest bi rojê bikin. Piştî ku bi vê yekê re me tansiyon gihand astekê, em rojê didomînin. Bi rêk û pêk nûçeyan dişopîne. Ji xwe televîzyon timî vekirî ye. Ji ber ku dengê bilind wê aciz dike, dengê televîzyonê timî kêm e. Em jê re nûçeyan ji rojnameyan û medya civakî dixwînin.

ÊŞA LI MASÛLKE Û HESTÎ

Derdora du saetan carekê avê vedixwe. Li gorî rewşa giştî, rojê herî kêm sê caran em kontrola tansiyona wê dikin. Ji ber ku tansiyon timî dikeve. Vîtamîna B’ê bi rêk û pêk werdigire. Eger wê rojê hatina heyetekê plankirî tine be ya jî mêvan ji derve neyê, car carna hewl dide razê… Êdî bedena wê dihele, li xwe kêm dike. Ji ber êşa li masûlke û hestiyan bi şev gelekî zehmetiyê dikişîne.”

Bîlgîn diyar kir ku Guven li pêşberî deng hesas bûye û dema ku dengekî kêm jî bibihîze ji xew vediciniqe û ji ber nikare razê timî bêhal e.

ÎRADEYA WÊ ME MATMAYÎ DIHÊLE

Bîlgîn got, “Tevî van hemûyan jî gelekî bi moral e û xwedî îrade ye. Îradeya wê me matmayî dihêle” û diyar kir, ew bawer in ku bêyî zerareke zêde lê bibe, wê pêvajo bi ser bikeve.

REWŞA TENDURISTIYÊ YA BERXWEDÊRAN MERAQ DIKE

Bîlgîn bi bîr xist ku Guven bi tena serê xwe dest bi berxwedanê kir, lê niha li zindanan 331 girtî, li Hewlêr, Mexmûr, Strasboûrg û gelek herêmên derveyî welat gelek berxwedêr tevlî çalakiyê bûne got, Guven ji tenduristiya xwe bêhtir li tenduristiya çalakgerên din difikire. Bîlgîn got, “Ji ber ku berpirsyariya wê gelekî giran e. Barekî giran li ser milê wê ye. Pêşengiyê ji berxwedanê re dike. Dema ku rewşa tenduristiyê ya hin hevalan nebaş dibe, ew dikeve nava tirs û fikaran. Yenae daxwaza wê ew e ku bêyî zerar li kesî bibe, hikumet di çarçoveya destûra bingehîn de tecrîdê bi dawî bike.”