Wekîla HDP’ê ya Amedê Dersim Dag diyar kir ku wan bi navê Meclîsên Ciwanan dest bi pêngaveke nû ya têkoşînê kirine û ji bo azadî, perwerdeya bêpere ya bi zimanê dayikê, cîhaneke ekolojîk, jiyaneke demokratîk û wekhev bang li ciwanan kir.

Êrişên delweta Tirk ên li ser Kurdan bi rengekî bênavber dewam dikin. Êriş bi taybetî li dijî ciwanên Kurd tên kirin ku ev yek jî dibe sedema zerarên çandî, aborî, civakî û siyasî. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersim Dag têkildarî pêngava nû ya têkoşînê, ku li dijî van êrişan dest pê kirine ji ANF’ê re axivî.

Dag diyar kir, kiryarên faşîst derketiye asta herî bilind û îradeya ku gelan destnîşan kiriye ji aliyê desthlatdariyê ve nayê dîtin ragihand, ku bi taybetî êrişên li ser goristanan asta dijminatiya ku li Kurdan tê kirin nîşan didin. Dag bi bîr xist, ciwan pêşengên berxwedana li dijî dîktatoriya faşîst e û destnîşan kir, ku di şert û mercên heyî yên faşîzmê de ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi cih bûye, bêguman ciwan wê bi heman biryardarî û têkoşînê li ber xwe bidin.

BI RÊK Û PÊK ÊRIŞÊ DIKIN

Dag anî ziman, di demekê de ku bi rêk û pêk êriş li gelan tên kirin, ciwan wê enerjiya xwe bi temamî seferber bikin, bi vî rengî li ber xwe bidin û got, “Desthilatdarî û amûrên wê rê ji ciwanan re nehiştiye ku xwe bilivînin. Tenê serîtewandinê ji ciwanan dixwaze. Desthilatdariya ku ji aliyê çandî, civakî û siyasî ve dor li ciwanan girtiye, ji dînamîzm û hêza têkoşînê ya ciwanan ditirse. Dema ku mirov bala xwe didin ser sîstema heyî dibînin ku bi rengekî eşkere yan jî neyekser êrişeke bi rêk û pêk li dijî ciwanan tên kirin.”

TÊKOŞÎNA BI XURTKIRINA RÊXISTINIYÊ

Parlamentera Dag diyar kir ku sîstem bêkariyê, xizaniyê, asîmîlasyonê, narkotîk û fûhûşê li ciwanan ferz dike û got, “Em zanin ku bi milyonan ciwan û zarok ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in, mafê wan ê perwerdeyê hatiye desteserkirin, hesabên wan ên bankayê hatine desteserkirin û bi xizaniyê hewl didin ku wan terbiye bikin. Ji aliyekî ve zextên aborî li aliyê din ve jî zextên çandî û siyasî li ciwanan tê kirin û ciwan dibin hedefa polîtîkayên qirêj. Qadên têkoşînê yên ciwanan ku ji bo maf û hiqûqa xwe bi kar tînin, ji aliyê sîstemê ve tê krîmînalîzekirin. Bi taybetî jin ên ciwan bi rêk û pêk dibin hedefa zext, destavêtin, destdirêjî û tundiyê. Ev rewş ji bo me tiştekî bê qebûlkirin nîne û em ê bi xurtkirina rêxistiniya xwe li dijî vê yekê têbikoşin.”

DIVÊ CIWAN LI REFÊN HERÎ PÊŞ BIN

Dag destnîşan kir ku bêdengiya ciwanan tê wateya xiyaneta li xwezayê, paşerojê, demokrasiyê, aştî, edalet û ciwanê mirovan û got, “Divê yên ku destpêkê dikevin nava liv û tevgerê, yên ku destpêkê dengê xwe bilind dikin, kevirê destpêkê diavêje zalim û serî hildide divê em ciwan bin, wê bi vî rengî jî be. Divê ciwan li refên herî pêş bin. Em; ciwanên rêxistinbûyî, em ê li ber polîtîkayên qirêj rabin. Têkoşîna me kevneşopiyeke têkoşînê ya bingehîn û xwedî berxwendaê ye. Ya ku dibe para me jî berxwedan û serketin e.”

PÊNGAVA NÛ YA TÊKOŞÎNÊ

Dag ragihand ku Meclîsên Ciwanên HDP’ê li dijî faşîzmê dest bi pêngaveke nû ya têkoşînê kirine û got, “Li dijî sîstema faşîst, ji bo azadî, paşeroj, kesayetiya me, dîrok, çand, akademî, ziman, kolan, ekolojî û edaleta me em bang li ciwanan dikin ku bikevin nava liv û tevgerê, tevlî vê pêngavê bibin. Bi têkoşîneke hevpar a li ser bingeha dînamîzm û hêza ciwanan, divê em vê dîktatoriya fşaîst hilweşînin û dawî li tarîtiyê bînin. Li dijî faşîzma ku roj bi roj mezin dibe û bêhnê li ciwanan diçikîne, bi navê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî kedxwariyê, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê, qeyûm, qanûna înfazê, îstîsmar û komkujiyên jinan em li her qada jiyanê dikevin nava liv û tevgerê. Ji bo perwedeya bêpere ya bi zimanê dayikê, ji bo cîhaneke ekolojîk, ji bo wekheviya zayendî ya civakî, ji bo jiyaneke demokratîk û wekhev em ji ciwanan re dibêjin, ‘Bikevin nava liv û tevgerê’. Di serî de ciwanên ku di nava têkoşîna rêxistinî de cih digirin em bang li ciwanan hemûyan dikin ku li dijî faşîzmê bi rengekî hevpar têbikoşin. Em bikevin nava liv û tevgerê û bi hev re faşîzmê hilweşînin.”