Profesorê Zanîngeha Lyon-2 ya Fransa û Lêkolînerê Enstîtuya Thînk-Thanka Washîngton, Prof. Babrîce Balanche, têkildarî pêşketinên dawî yên li Kurdistan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn ji ANF’ê re nirxandin û got;

Şerê Sûriye, ketiye qonaxe nû. Mixabin artêşa Suriye bersiv neda dagirkeriya dewleta Tirk, Tenê Hêzên Sûriya Demokratîk QSDê li dijî dagirkeriya Tirkiyê şer kirin. Di encamê de Tiriyê Efrîn dagir kir, piştre beşekî ji Suriye dagir û êrîşên xwe jî didomîne. Mixabin aktorên navneteweyî yên mîna Rûsya, Îran û Emerîka li dijî dagirkeriya Tirkiyê bêûdneg man.

Armanca Tirkiyê jî ew e ku, statukoya Kurdan ku defecto derketiye holê tune bikin.

Idlib jî dibin kontrola baskê çeteyên DAIŞê, Heyet Tahrîr el Şam de ye. Tirkiye jî wan çeteyaqn destek dike.

Şerê li Xezeyê, desthilatdariya Şamê hişyar kir û di Îlona 2023an de li herêma Dêre Zorê, Ereb li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kirin nava tevgerê.

Prof. Dr. Babrîce Balance, got; Stratejiya Tirkiyê ew e ku serweriya xwe ya li bajarên mîna Amûdê, Dirbesiyê û Qamişlo berfireh bike. Bi vî rengê dixwaze Kurdan ji vê herêmê derxîne û li şûna wan nifûsa Ereb û Tirkmen bi cih bike. Ev guhertina demografîk û tê wateya qikririnê. Erdogan dixwaze, weke Komara Bakurê Qibrisê, ‘Komara Bakurê Sûriye’ ava bike û piştre bi Tirkiyê ve girêbide.

Erdogan Tirkiyê ber bi riyeke mîna Mûssolînî ya salên 1920 û 1930’an ve dibe. Tirkiyê ji bo Kurdan ne tenê gefeke leşkerî ye. gefeke mezin ya tunekirinê ye. Modela li Rojavayê Kurdistanê, li Tirkiyê, Sur4iye û tevahiya herêmê mînak e û desthilatdariyên despot ditirsin.

Ji bo vê jî dewleta Tirkiyê rêbazên çeteyên DAIŞê bikar tîne û komkujiyên Pirsûsê pêktîne. Sempatiya ji bo Rojava û hem jî hebûna Rojava ji aliyê Erdogan ve weke metirsînî tê dîtin.

Artêşa Tirk û bi deh heazaran çeteyên DAIŞê û komên din yên çete, dibin sîwana Tirkiyê de dijminatiya Kurdan dikin. Ev metirsiyek ciddî ye. Divê dewletên ku çeteyên DAIŞê hemwelatiyên wan e. weke Frensa demildest bikevin nava liv û tevgerê û hemwelatiyên xwe yên çete bînin welatê xwe.

Hingî wê qismekî baş yê çeteyên DAIŞê werin kontrol kirin û destekek baş jî ji bo Rêveberiya Xweser ya Rojava re çdêibe.