Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî, Cengîz Yureklî û Suzan Akîpa ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 5 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin.

Tevî hemû serlêdan û îtîrazan jî sedema cezayên disiplînê û hejmarên dosyayan bi parêzeran re nayên parvekirin. Dadgeriyê, sedema parvenekirina hejmara dosyayê jî weke “dê li ser çapemeniyê were parvekirin” nîşan da.