Serfermandarê Artêşa İranê, Muhammed Bakıri, got; Operasyona artêşa Iranê bi serketî bi dawî bûye. Fikrekî ku em operasyonê bidomînin nîne. Divê Emerîka destekê nedê êrîşên artêşa Israîlê.

Eger İsrail, di çaçroveya beriva operasyona me de êrîşekê bike, bersiva me wê ji ya pêşî bi gelekî dijwartir be.

Serokkomarê Iranê İbrahim Reisi jî, li hemberî êrîşa Irsaîl ya li dijî Konsolosxaneya me ya li Şamê, bersivek hate dayin. Bersiva me meşrû bû. Em ê li dijî her cûre êrîşên li dijî welatê xwe, bersivên bi hêz bidin.

Wezîrê Karên Derve yê İranê, Hüseyin Emir Abdullah jî li ser hesabê xw eyê medya daxuyaniyek da û got; Niyeta Tahranê ya dirêjkirina operasyonê nîne. Lê eger êîrşeke nû bê kirin, em ê mafê xwe yê parastina meşrû bikarbînin.