Girtiyên siyasî yên li girtîgehên tirk di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn.

Li nêzî 300 girtîgehan girtiyên azadiyê bi daxwaza azadiya fîzîkî û piştgiriya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dorvegerî ketin greva birçîbûnê.

Bi hezaran girtiyên di zindanan de di 4’ê nîsana 2024’an de çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kirin û ji raya giştî re gotin; ‘Ji bo em jî di şert û mercên birêz Abdullah Ocalan de bijîn, emê neçin dadgehan, dernekevin hevdîtinan û hevdîtinên li ser telefonê nekin.’

Piştî vê qonaxê, xizim û malbatên girtiyan jî ragihandin ku çalakiyên Nobeta Edaletê ku di 4’ê kanûna 2023’yan de li Amed, Elih, Mêrdîn, Wan, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê dabûn destpêkirin jî dê bi rêbaz û çalakiyên cuda bên mezinkirin.

Malbatan di daxuyaniyên li bajarên cuda de destîşan kir ku şikandina tecrîdê pêdiviyeke rûmeta mirovahiyê ye, berpirsyartiyeke wijdanî ye.

Li ser vî esasî, di serî jin û ciwan; bang li tevahiya gelên bindest, sazî û dezgehên şoreşger-demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, raya giştî ya li gel aştiyeke birûmet kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk dengê xwe derxînin û bihîstiyar bin.”

Malbatan heta niha diyar nekiriye bê ka di qonaxa nû de ewê çalakiyên bi çi şêwazî li dar bixin.

Tê payîn tê payîn ku demek kurt de biryara xwe eşkere bikin..

Malbat dibêjin:

Polîtîkaya tecrîdê ya di şexsê birêz Abdullah Ocalan de tê ferzkirin; di esasê xwe de li dijî jinan, ciwanan û hemû gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Ji bo şer bisekine, gel bikarin bêhnekî bistînin divê tecrîda derhiqûqî, dermirovî û derehlaqî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe.