Festîval ji aliyê Art Recordê ve tê organîzekirin.
Komuna Fîlm a Rojava, Enstîtûya Kurd a Almanyayê, Weqfa Rosa-Luxemburg, Komela Dengê Piştevaniyê, Mosaikê ve tê organîze kirin.
Navenda Çandê ya Hochfeldê û Pirtûkxaneya BiBaBuZu jî piştgiriyê didin festîvalê.
Di festîvalê de zêdetirî 30 fîlmên metrajdirêj û kurt û belgefîlm wê bên nîşandan.
Festîval wê bi nîşandana fîlmê “Rojbash” ê derhêner Ozkan Kuçuk dest pê bike.
Temaya sereke ya festîvalê fîlm û belgefîlmên têkildarî qirkirina êzidiyan e.
Wê fîlmên di heqê civaka Êzidî, jenosîd û têkoşîna Êzidyan jî bên nîşandan.
“Ferîşteyên Şengalê” ku di Mîhrîcana Fîlman a Mafê Mirovan a Navneteweyî de xelat wergirtibû,
“Heza”, “Love In The Face of Genocide”, “The Return: life after ISIS” û “Ji Şengalê Name” jî wê bên nîşandan.
Di çarçova festîvalê de wê pêşangeha wêneyan ku temaya xwe Fermana 3’yê Tebaxê ye heta 28’ê Nîsanê roja dawîn a festîvalê vekirî bimîne.