Tacettîn Turan di sala 1994’an de li navçeya Amed Bismilê hate binçavkirin û ji aliyê dadgeha taybet DGMe ve, bi cezayê muebetê hate cezakirin.

Tacettîn Turan piştî 30 salî, şevêdin ji Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê hate berdan.

Turan, ji aliyê xizmên xwe, rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER, Tevgera Jinên Azad -TJA, û rêveberên DBP û DEM Partî û gelek kesan ve hate pêşwazî kirin.

Kesên ku Tacettîn Turan pêşwazî kirine meşale pê xistin, fîşekên hewayî teqandin.