Navenda Ragihandina HPG’ê derbarê nasnameya şehîdan de daxuyaniyek da û got:
Gerîla Dilxwaz Germiyan, di 31ê Aadara 20214an de, Argeş Kobanê jî, di 16’ê Çileya 2024’an de li Zapê şehîd bûn.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye.

Hevrê Gerilla Dilxwaz û Hevrê Argêş Kobanî, bi exlaqê partiya me PKK’ê bûne xwediyê armancên mezin. Ji roja tevlî têkoşîna azadiyê bûn û heta nefesa xwe ya dawî li her qada berxwedanê têkoşîn kirin.

HPG’ê, ji malbata şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîdan wiha eşkere kir.

Binêr Fayiq bi nasnav, Dilxwaz Germiyan, li Rizgarî ji dyaik bûye, navê dayîkê Nesrîn, navê bav Fayiq, di 31’ê Adara 2024’an de li Zapê şehîd bû.

Xalid Mulsum, bi nasnav Argeş Kobanê, li Kobanê ji dayik bûye, navê dayîkê Ferîde navê bav Mûstafa, di 16’ê Çileya 2024’an de li Zapê şehîd bû.

Gerîla Dilxwaz li Rizgarî ya girêdayî Germiyan a Başûrê Kurdistanê, dinava malbatek ji êşîra Caf ji dayik bû. Bi nirxên kurdewarî mezin bû û di têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de rastiya PKK û Gerîlayên Azadiyê nas kir.

Destpêkê li Başûrê Kurdistanê di asta herêmî de hin xebat meşandin. Piştre weke şopdarê Viyan Soranan, di sala 2018’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Piştî perwerdeya despêkê li herêma Qendîlê, li her qada berxwedanê, weke milîtanekî fedaî têkoşîn kir.

Gerilla Dilxwaz di sala 2020’an de li Dibistana Navenda Partiyê ya Mazlûm Dogan tevlî perwerdeyê bû. Paşê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna, di nava refên herî pêş de dest bi têkoşînê kir.

Gerilla Argeş Kobanê jî, li bajarê berxwedanê Kobanê ji dayik bû û piştî serketina li Kobanê xwe gihand çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên Gerîla bû. Perwerdeya destpêkê li herêma Garê dît û piştre li her qada berxwedanê têkoşîn kir. Piştî têkoşîna li Herêmên Parastina Medya, derbasî herêma Zapê bû û li dijî artêşa Tirk a dagirker têkoşîneke dîrokî meşandin. Hevrêyê me Argeş ku bîranînên hevriyên xwe yên şehîd ji xwe re weke rênîşanderekê esas girt û têkoşîneke bênavber meşand, di 16’ê Adarê de tevlî karwanê şehîdan bû.