Di nava welatên pêşketî de yek ji welatên ku ji aliyê ewlekariya civakî ve herî zêde lawaz e, DYE ye. Li DYE’yê bi krîza nû re malbatên ku rewşa wan a aboriyê baş e jî ketin wê rewşê ku nikaribin xurekê peyda bikin.

Welatê ku herî zêde kete bin bandora şewba vîrûsa korona ya nû Covîd-19 Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ye. Li gorî daneyên Zanîngeha John Hopkînsê heta doh li DYE’yê bi giştî milyonek û 388 hezar kes bi vîrûsê ketin û 83 hezar û 700 kesî jiyana xwe ji dest dan.

KRÎZA ABORIYÊ YA GIRAN BÊKARÎ ZÊDE KIR

Aktîvîteyên aboriyê ku ji ber şewba Covîd-19 kêm bûn, mîna li tevahiya cîhanê li DYE’yê jî bû sedema krîzeke mezin. Rêjeya bêkariyê ji 5 ji sedî gihîşt 15 ji sedî û bi milyonan mirov ketin nava pirsgirêka peydakirina xurekê.

Li DYE’yê ku ji aliyê sîstema ewlekariya civakî ve yek ji welatên herî lawaz e, ji ber krîza aboriyê zêdeyî 20 milyon kes bêkar man. Bi milyonan mirovên ku di dema bêkariyê de dixebitîn û asta wan a aramiyê bilind dihate nîşandan, ketine nava metirsiya xizaniyê.

Ji ber krîza ku ji nişka ve rû da, bi milyonan mirovên ku heta astekê hatineyeke xwe hebû gihîştin wê radeyê ku nikaribin xurekê peyda bikin. Li gelek bajaran gelek mirovên di wesayitên ‘luks’ de bûn ji bo alîkariya xurekê werbigirin ketin rêzê. Ev yek jî nîaşn dide ku krîzê bandor li mirovên di asta navîn û bilind a hatineyê de ne, kiriye.

HER YEK JI 5 ZAROKAN ROJEKÊ BIRÇÎ DIMÎNE

Ji ber krîzê bi dehan milyon zarokên li vî welatî bi têrkerî nikarin xwarinê bûn. Hefteya derbasbûyî di raporeke Enstîtuya Brookîngsê de hatibû ragihandin ku li welêt her yek ji 5 zarokan rojekê ‘bi têrkerî’ xwarinê naxwin.