Yek ji bajarê Agirê Newrozê lê geş bû, Nisêbîn e.

1992’ê de gel li Nisêbînê bi coşa agirê Azadiyê Newroza xwe pîroz kirin.

22’ê adarê jî bi hezaran kes li ser pira Şehîdan a ser çemê Çeqçeqê hatin cem hev, çalakiya runiştinê pêkanî.

Dewleta Tirk a xwe li pîrozbahî û çalakiyê ranegirt, êrişî gel kir, komkujî pêkanî.

Bi panzêran çû ser gel, gule reşand, 16 kes hatin kuştin, hinekan xwe avêt çem, 106 kes birîndar bûn.

Bi ser komkujiyê re 32 sal derbas dibe, şahida wan rojan dayika Aştiyê Latîfe Akyuz a di nobeda edaletê de cih digire behsa wan rojan kir.