Rojnamevan Nûjiyan Erhan, di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şingalê di encama êrişên pêşmergeyên Roj de şehîd bû.

Rojnamevanên Şingalê di salvgera şehadeta Nujiyan de axivîin û gotin; Li her dera Şingalê şopên Nûjiya hene.

Rojnamevan Nûjin Êzidî, di kesayeta şehîd Nûjiyan de, şehîdên 74 fermanan û yên Tevgera Azadiyê bi bîranîn û got; Di dema êrîşên çeteyên DAIŞê de, Nûjiyan tevî hevalên xwe, Gerîlayên azadiyê hatin bi hewara civaka Êzidî. Dema ku PDK ji çiyayê Çilmêra reviya, Nûjiyan dîmenê wê demê kişandin û bi raya giştî re parve kirin.

Ev belge di dîroka civaka Êzîdî û Êzdîxanê de yekemîn belge bûn. Ev jî bi saya Nûjiyan çêbû.

Şehîd Nûjiyan bû hêviyek û baweriyek ji jinên Êzidî re. Îro em li ser riya wê û xeta wê dimeşin û karê ragihandinê didin meşandin. Ew sembola jinên Ezîdî teva ye.

Nûjîn herî got; Dema ku hevala Nûjiyan dixwest rastî û xiyaneta PDK’ê û hevkarên wan bide diyar kirin hate hedefgirtin û di 3ê Adarê de birîndar bû, di 22’ê Adarê de jî şehîd bû.

Rojnamevan Bêrîvan Çiya jî got; Fermanên berê bê belge bûn. Lê fermana 74an bi saya rojnamevan Nujiyan bi belge bû. Dema ku şehîd Nûjiyan hat Şingalê weke rojnamevan bi tena xwe bû. Êş û zehmetiya ku keç û jinên Êzidî dît û nehişt ku winda bibin. Tevî hemû zehmetî û astengiyan jî wê karê xwe bi serkeftî kir.

Bêrîvan Çiya diyar kir ku Nûjiyan dengê rastiyê bû û got; Dewleta Tirk, PDK’ê û hevkarên çete, êrîşî Xanesorê kirin û xwestin dagir bikin. Di wê demê de şehîd Nûjiyan bi civaka Êzidî re, bi dayik, keç û jinên Şingalê re çû û li pêşiya dijmin sekinî.

Nujiyan bi kameraya xwe her tişt belge dikir. Şer çend rojan berdewam kir. Mixabin Nûjiyan kirin armanc û birîndar kirin.

Piştî şehadeta Nûjiyan bi dehan keçên Êzidî berê xwe dan ragihandinê û karê ragihandinê kirin. Teva bûne şopdarên şehîde Nûjiyan.

Malbata min bi xwe pir jê bi bandor bû û navê xwişkeke min kirin Nûjiyan.