KCDK-E bi daxuyaniyekê êrîşa li Belçîka şermezar kir û got;

Di demeke ku li Kurdistan û Ewropa jî bi sed hezaran kes agirê Newrozê dadan û dewleta Tirk a faşîst şermezar kirin, çeteyên faşîst yên dewleta Tirk, bi dirûşme û tekbîran êrîşî Kurdan kirin.

KCDK-Em helwesta desthilatdarî û polîsên Belçîka jî şermezar kir û got;

Ruhê berxwedanê li Kolnê, li Frankfûrtê û li her devera Ewropa veguherî berxwedana gelê şoreşger.

Êdî cîhan dengê berxwedanê dibihîze û mafdar dibîne û piştgiriyê didin têkoşîna mafdar ya gelê Kurd.

Êdî maskeya Erdogan ê dîktator û dewleta Tirk a faşîst ketiye xwarê.

Eşkere bû ku Tirkiyê bûye hêlîna teror û terorîstan.

Herî dawî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku li Moskowa komkujî kirin bi xwe mikur hatin ku ji Tirkiyê çûne.

Dewleta Tirk ku hem li hundir hem jî li derve di nava krîzeke giran de ye.

Ji ber vê yekê, dewleta Tirk, jî li dijî gelê Kurd li Ewropa jî hewldanên provokasyonê bi rêxistin dike û dixwaze encamê bi destbixe.

Êrişa faşîst a ku li Belçîka jî, ji aliyê konsolosxaneyên Tirk ve hate birêxistinkirin.

Ev êriş, hewldana şewitandina mal û malbatên Kurdistaniyan de. Li kolanên Tirkiyê lînc dikirin, dixwazin li Ewropa jî lincê bikin.

Divê gelê Kurd li her deverê, îrade û rêxistiniya xwe xurt bike û li dijî êrişên faşîst û provokasyonan amade be.

Em bang li gelê xwe dikin ku 25’ê Adarê, ango îro, saet di 12:00 de li ber Parlamenta Ewropa, tevlî xwepêşandana mezin bibin.”