Girtiyên Siyasî ji bo azadiya Rêber Apo 138 roj di greva birçîbûnê ya dorveger dene.

Di roja 129’an de girtiyan Çalakiya xwe ya greva birçîbûnê derbasî qonaxek nû kirin.

Li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyaniyek da û qonaxa çalakiya nû eşkere kirin.

Girtî wê 3 meh bi malbatên xwe re hevditin nekin, dernekevin dadgehan û ji malbatên xwe re telefon nekin.

Girtî dibêjin heta Rêber Apo azad bibe wê çalakiyên me dewam bikin.

Li derve jî bi peşengiya malbat û xizmên girtiyan çalakiya nobeda edaletê li Amed, Wan, Mêrdîn, Êlîh, Stanbol, îzmîr, Edana û Mersînê dewam dike.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Êlihê serdana Nobeta Edaletê kir û got:

Em bi pêşengiya dayik û gelê xwe têkoşîneke pîroz dimeşînin.

Me pêvajoyeke serketî ya hilbijartinê derbas kir.

Tevî hemû kêmasiyên me jî, gelê me bi destê me girt û serketin nîşanî me da.

Tu zordest nikarin têkoşîna gelê kurd têkbibin.

Piştî encamên 31’ê Adarê jî bi kumpas û darbeyên siyasî xwestin îradeya gelê kurd xesp bikin.

Lê ji Stenbolê heta Kurdistanê gel rabû ser pêyan û xwedî li vîna xwe derket.

Lewma wê ev têkoşîn bigihije armanca xwe.

Bayindir, dazanîn ku tevahiya gelê kurd li ber xwe dide û got;

Ne tenê li derve, li zindanan jî ev berxwedan didome.

Bi hezaran hevalên me li zindanan li ber xwe didin.

Rêber Abdullah Ocalan jî li ber xwe dide, dayikên me, jin, ciwan û tevahiya gelê kurd li ber xwe dide.

Gelê kurd berxwedaneke dîrokî raber dike.

Berxwedaneke ku hêvî û baweriya me xurt dike heye.