Ji Mazlum Dogan heya bi Sema Yuce, gelek lehengên gelê Kurd bi agirê bedena xwe ala têkoşînê bilind kirin.

Mazlum Dogan, yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye û li Gîrtîgeha Amedê, li dijî êşkence û siyasta tunekirinê, di 21’ê Adara 1982an de bi sê darikên kibritê, agir berda bedena xwe û Nowroz pîroz kir.

Mazlum Dogan weke Kawayê hemdemî hate bi navkirin û bi agirê Newrozê bû destan.

Piştî 8 salan, di 21’ê Adara 1990’an, Zekiye Alkan li ser sûrên Amedê bi dirûşmeya “Bijî Newroz” agir berda bedena xwe.

Rêber Abdullah Ocalan, ji bo çalakiya Zekiye Alkan got; Çalakiya Zekiye Alkan bi bedena xwe agirê Newrozê bilind kir û siyaseta înkar û tunekirinê mahkum kir.

Rahşan Demîrel jî, di sala 1992’an de di 22’yê Adarê li Îzmîrê canê xwe diyarî azadiyê kir.

Rahşan, 17 salî bû û li Kadifekale, li ser perçeyek kartonê wiha dinivîse:

“Ez ê xwe di Kadîfekaleyê de bikim Newroz. Ez neçarim ji Newrozên Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê re bibim bersiv. Xwedî li min derbikevin. Ez xeberê didim Îsmet Sezgîn, dê Newroz were pîrozkirin. Bi lastîkê nebe jî emê bi canê xwe vê newrozê pîrozbikin.!”

Agirê Newrozê, bi Rahşan û Zekiye, sînorên Kurdistanê û Tirkiyê derbas kirin.

Jinên şoreşger Ronahî û Bêrvîvan, di 21’ê Adara 1994’an de, li Elmanya bajarê Mannheîmê, agir berdana bedenên xwe qedexeyên Newrozê li Elmanya protesto kirin.

Ronahî û Bêrîvan, beriya çalakiya xwe nameyek nivîsîn û gotin:

Dewleta Elmanya bi awayeke eşkere dijminatiya Kurdan dike.

Komeleyên me hatine girtin, reng û alên me yên neteweyî hatine xespkirin, bi dehan welatparêzên me hatine binçavkirin û girtin.

Elmanya, piştevaniya polîtîkaya çeteyên Demîrel-Çîller-Gureş dike û Hîtler jî derbas kir.

Rêber Abdullah Ocalan ji bo çalekiya Ronahî û Bêrivan got;

Heke azadî ewqas hêsan bûye Bêrîvan û Ronahî agir bernedidan bedenên xwe. Ev heval nameyên xwedî wateyên mezin li pey xwe hiştin.

Ne pêkan e ku rêzdayîneke mezîn neyê nîşandan. Parastina jiyanê ev e, heke tê bijî, divê tu wekî wan bijî.”

4 sal piştre, Sema Yuce, agirê Newrozê bi bedena xwe geş kir.

Sema bi gotina “Ez dixwazin ji 8’ê Adarê ber bi 21’ê Adarê bibim pirek ji agir” û di 21’ê Adara 1998’an de, li Girtîgeh Çanakkale agir berda bedena xwe.

Hozan Serhat jî, bi navê “Keça Serhildanê ya Agiriyê” stranek got.

Elefteria Fortulaki jî, di 24’ê Adara 2006’an de li baxçeyê Dêra Milanos ya li Atîna paytexta Yewnanîstanê , agir berda bedena xwe.

Çalakiya Elefteria nîşan da ku Newroz bûye rastiyeke gerdûnî.

Elefteriya di zimanê Yewnanî de tê wateya “azadiyê”. Elefteria zewicî bû û dayika 2 zarokan bû.

Elefteria, di nameya li pey xwe hiştî de got;

“Paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan hemû jin û gelên cîhanê diparêze.

Ez jî diruşmeya “Kes nikare roja me tarî bike” dîqîrim.

Ez ne ji bo şer, ji bo heskirina jiyanê çalakiya xwe dikim.

Azadiya gelê kurd û Serok Apo, azadiya tevahiya gelên cîhanê ye.