36 sal di ser komkujiya Helebceyê re derbasbûn, lê ew roja reş û tarî hîn jî di hiş, mêjî û dilê Kurdan de weke birîneke kûr vekirî ye.

Li Iraqê dîkatotor Sadam ê Baasî di sala 1983’yan de li dijî kurdên li mintiqaya Barzan dest bi êrişên qirrkirinê kir.

Helebce xeleka dawîn a vê sefera Enfalê ango qirrkirinê bû.

16’ê adara 1988’an saet 11’ê nîvro rejîma baas a Sadam Husên bi çekên kîmyewî yên ji dewletên ewrûpayê tedarîk kiribû bi ser helebceyê re bi bêhna sêvan mirin barandin.

Baasiyan 3 saetan bajar dan ber bomberana kîmyewî.

Di nava çend saetan de li Helebce û dora wê bi hezaran zarok, dayik, bav, xwişk û bira hatin qetilkirin.

Di wê mij û moranê de bi 10 hezaran kes birîndar bûn û seqet man.

Kesên ku xwe ji ewrên reş û tarî rizgarkirin jî, ber bi çiyayan ve hilkişiyan.

Ji şikeftên çiyayên ku jixwe re kirin stargeh, li mij û morana li Helebceyê temaşe dikirin.

Wê rojê, baran dibariya ku baran nebûna ji 75 hezar mirovî wê kesek bi saxî rizgar nebûya.

Kesên xwe rizgar kirin, tî û birçî berê xwe dan sînorên mayînkirî û bi têlên rêsayî asêkirî.

Bi hezaran Kurd çûn Bakur û Rojhilatê Kurdistanê.

Di demekî kin de Helebçe di raya giştî de deng veda.

Lê dewletên rojavayî li hemberî vê Hîroşîmaya Kurdistanê bê reaksiyon û bê deng man.

Ji ber di rojên ku fermana komkujiyê de navbera wan û Saddam gelek baş bû.

Lewma dewletên ku bi awayekî eşkere destek didan Iraqê, nexwestin jenosîd û qirkirina Kurdan bibînin.

Yên ku çekên kîmyewî firotin Iraqê jî ew bûn.

Dewleta Tirk jî, yek jî şirîk û hevpara vê fermanê bû.

Çekên kîmyewî ku ji aliyê dewletên ewrûpî ve hatibûn şandin, di ser Tirkiyê re derbasî Iraqê bibûn.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji ber bombeyên Kîmyewî li Helepçe û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994`an de nexweşiya penceşêrê ji sedî 800 zêde dibû.

Ev çend sal û zeman derbas bûn jî ev jenosîd hê jî ji aliyê dezgehên navnetewî yên têkildar ve weke jenosîd nehatiye qebûlkirin û piştî 34 salan hê jî birîna Helepce nehatiye dermankirin.

Lê yên komkujî pêk anîn jî ji xezebê xilas nebûn.

Kurdan ji Hesen Alî Mecîd re digot Kîmyasal Elî. Ew fermandarê Sedam bû û ew Helebceyê bombe kiribû.

Lê piştî Şerê Kendavê hat girtin û 25’ê çileya 2010’an hat bi darvekirin.

Sedam jî di 30’ê kanûna 2006’an de hat bidarvekirin.

Ew pênûsa ku biryara bidarvekirina Kîmyasal Elî pê hat nivîsandin îro li Muzeya Helebceyê ye.