Çavdêr û welatiyên Baxdayê, di dema civîna doh ya Şandeya Tikriyê û Şandeya Baxdayê ji Rojnews’ê re axivîn û nerazîbûnên xwe anîne ziman.

Welatiyê Bexdayê Mihemed Meyahî got:

Komkujiyên Tirkiyê yên li ser Iraqiyan berdewam e, bi dehan baregehên Tirkiyê li nav Iraqê hene.

Em li hember bêdengiya serokwezîrê Iraqê, wezîrê derve û Encûmena Asayişa Navdewletî matmayî mane.

Iraq salane bi milyar dolaran bazirganiya bi Tirkiyê re dike.

Ev kartek giring e û dikarin zextê li Tirkiyê bikin.

Divê Tirkiye demildest leşkerên xwe ji xaka Iraqê derxîne.

Serdana wezîrê derve yê Tirkiyê ne ji xêrê re ye û em vê serdanê red dikin, Gel êdî êrîşên dewleta Tirkiyê qebûl nake.

Welatiye ji Bexdayê Ebû Elî jî got;

Serdana Hakan Fîdan ne ji bo çareseriya pirsgirêkan e, ji bo meşrû kirina dagirkirina xaka Iraqê ye.

Komkujiyên ku Tirkiye li dijî herêmê pêk tîne, ji aliyê gelê Iraqê ve tê şermezar kirin.

Ji ber ku êriş li ser serweriya Iraqê ne û em qebûl nakin ti welatek sînorên Iraqê binpê bike.”

Şîrovekarê Siyasî Ebdula Kenanî jî got; Divê hikûmet pêşwaziya ti berpirsekî Tirkiyê re neke.

Tirkiye êrişî Iraqê dike. Erdogan jî dixwaze serdana Iraqê bike, çima serdana Iraqê dike.

Divê Tirkiyê rêzê ji serweriya Iraqê re bigire. Tirkiye li xaka Iraqê baragehên leşkerî avakirine, ev dagirkirin e.

Tirkiye bi dehan welatiyên Iraqê kuştine. Divê Tirkiyê hemû leşkerên xwe ji xaka Iraqê paş de bikişîne.

Çalakvanê Mafê Mirovan Elî Meyahî jî got; Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike û qutkirina avê jî wek karteke zextê bikar tîne.

Tikiyê bûye sedema ziwabûnek mezin li Iraqê. Binpêkirinên Tirkiyê berdewam in, divê desthilatdariya Iraqê welatiyên xwe biparêze û li hember serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê helwestek ciddî nîşan bide