Parlamenta Iraqê ji bo nirxandina daxwaza îstifayê ya Serokwezîr bi rengekî awarte li hev kom bû.

Adil Abdulmehdî beriya du rojan ragihandibû ku wê îstifa bike û îstifaya xwe pêşkêşî parlamentê kiribû.

Di rûniştina parlamentê de îstifaya Serokwezîr hate qebûlkirin.

Ji 1’ê Cotmehê û vir ve li Iraqê di dema xwepêşandanên li dijî hikumetê de zêdeyî 420 kes hatin kuştin. Di encama çalakiyan de Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî îstifa kir.